TJA'yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hevdîtin kir

  • 15:54 19 Mijdar 2024
  • Rojane
AMED - Di komxebata ku ji aliyê TJA'yê ve di 25'ê Mijdarê de hat organîzekirin de, li ser sedem û encamên tundiya li ser jinê nîqaş hatin kirin û li hemberî van pirsgirêkan refleksa çareseriyê çawa tê pêşxistin jî nîqaş hatin kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê li taxa Ben û Sen û gundê Mele Aliye Jor ên navçeya Yenîşehîrê ya navenda Amedê bi jinan re hat cem hev. Di komxebatê de hemû cureyên tundiya ku jin rastî wan tên hatin nîqaşkirin.
 
Di komxebata li Taxa Ben û Senê de ku jin bi paradîgmaya "Jina Azad" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin agahdarkirin, hat gotin ku divê jin li dijî her cure tundiyê dengê xwe bilind bikin û bibin yek. Dîlan Kanat Ûlkegen a hat gund jî qala bandorên derûnî yên şîdetê kir.
 
Civîna ku daxwazên jinan jî lê hatin guhdarkirin, bi belavkirina diyariyan bi dawî bû.