Ji bo zarokên Efrînê çalakiya 'Ez çûm pêlava min ma' 2018-04-21 11:07:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê ji bo zarokên ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatin qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hat lidarxistin.   Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Nûdayê ji bo bîranîna zarokên li Efrînê hatin qetilkirin çalakiya ‘Ez çûm Pêlava min ma’ hat lidarxistin.   Çalakî şevê din li Kolana Qerebalix a Rathaûsgalerîe de hat lidarxistin. Li cihê çalakiyê navê zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatine kuştin, dowîz û pêlav hatin daleqandin   Di çalakiyê de jinan devê xwe bi banda reş girtin û bi zimanê Elmanî behsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kirin.