Endamên DEM Partiyê bi malbata Rojîn Kabaiş re hevdîtin kirin
- 15:57 19 Mijdar 2024
- Rojane
ENQERE- Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bi malbata Rojîn Kabaiş re hevdîtin kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu û parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit Wan bi malbata Rojîn Kabaîş re li meclisê hevdîtin pêk anîn.
Di dema ku der barê mirina bi guman a Rojînê de agahî hatin parvekirin, parlamenteran diyar kirin ku heta mirina bi guman bê ronîkirin dê pirsan bidomînin û dozê bişopînin.