Li Çarçiya Keda Jinê Pêşengeha Jinan
- 15:54 19 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Rêveberiya Jin a Şaredariya Peyasê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li çarçiya Keda Jinê qûncikek ji bo wêneyên jinên hatin qetilkirin veqetand û da pêşandan.
Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Cîhanê de, Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê, li çarçiya Keda Jinê qûncikek ji bo wêneyên jinên hatine qetilkirin veqetand û da pêşandan. Herwiha di pêşangehê de çîrokên jinên hatibû qetilkirin jî li bin wêneyên wan cih girtin. Di pêşengehê de hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê, Encûmen û gelek hemwelatî beşdar bûn. Piştî axaftinan dan diyar kirin ku dê deriyê pêşengehê heta roja pêrşemê ji bo hemwelatiyan vekirî be.