Li Mêrdînê ji bo hemû çalakiyan êdî divê destûr ji walî bê xwestin!

  • 09:38 21 Nîsan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê biryar da ku heta 3 mehan ji bo çalakiyên hem li hundur hem li derve destûr ji walî bê xwestin. 
 
Li navend û navçeyên Mêrdînê ji bo çalakiyên hem li derve hem li hundir ên wekî meş, daxuyaniya çapemeniyê, merasîm, vekirina stantê, vêxistina meşaleyan, çalakiya rûniştinê û şermezarkirinê ji 19'ê Nîsanê hata 19'ê Tirmehê divê destûr ji walîtiyê bê xwestin.