Li Mêrdînê ji bo hemû çalakiyan êdî divê destûr ji walî bê xwestin! 2018-04-21 09:38:55   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê biryar da ku heta 3 mehan ji bo çalakiyên hem li hundur hem li derve destûr ji walî bê xwestin.    Li navend û navçeyên Mêrdînê ji bo çalakiyên hem li derve hem li hundir ên wekî meş, daxuyaniya çapemeniyê, merasîm, vekirina stantê, vêxistina meşaleyan, çalakiya rûniştinê û şermezarkirinê ji 19'ê Nîsanê hata 19'ê Tirmehê divê destûr ji walîtiyê bê xwestin.