'Qedexe' hat rakirin lê tevgera leşkerî didoma

  • 11:19 19 Nîsan 2018
  • Rojane
AMED - "Qedexeya derketina derve" ya li ser gund û gundokên girêdayî navçeyên Licê, Pasûr, Farqîn û Hezro yên Amedê hat rakirin lê tevgera leşkerî didome. 
 
Bi îlankirina qedexeya derketina derve ya li ser navçeyên Licê, Hezro, Pasûr û Farqînê yên Amedê dorpêçkirin û operasyonên leşkerî bi awayekî berfireh didome. Li gelek gundên girêdayî navçeyên Amedê nuqteyên lêgerînê hat avakirin. Hat diyarkirin ku ji xeynî nuqteyên lêgerînê li Şikefta Dîrokî Birkleynê û avahiyên vala Tîmên Tevgera Taybet hatine bicihkirin. 
 
Di çarçoveya qedexeyan de li ser rêyên Amed-Çewlig û Licê-Pasûrê nuqteyên lêgerînê zêde bûn.