Li Wanê navendek din a jinan hat vekirin

  • 17:48 19 Mijdar 2024
  • Rojane
WAN - Ji aliyê Şaredariya Tûşbayê ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê de ‘Navenda Şêwirmendiya Jinan a Hebûn’ hat vekirin.
 
Şaredariya Tûşba ya Wanê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinan a Navnetweyî ‘Navenda Şêwirmendiya Jinan a Hebûn’ hat vekirin. Hevşaredarên bajarên mezin yên Wanê, hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DEM Partiyê yên navend û navçeyan tevli bûn.
 
Hevseroka DEM Partîya Wanê Gulşen Kurt axivî, balkişand ser polîtîkayên qeyûm û da zanîn ku qeyûm dijhiqûqîne, zilm û bêdadiye. Her wiha Gulşun Kurt da zanîn ku ew qeyûman qebûl nakin û têkoşîna xwe mezin dikin. 
 
Hevşaredara Tuşbayê Hanim Akkoş jî axivî û got wan wek soz dane xebatên jinan didomînin û bang kir ku bi hev re li dijî tundiyê bisekinin.
Hevşaredar Neslîhan Şedal jî balkişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê.
 
Piştî axaftinan navend hat vekirin û di vekirinê de jinan govend gerandin. Bername bi tilîlî û çepikan bidawî bû.