'Qedexe' hat rakirin lê tevgera leşkerî didoma 2018-04-19 11:19:44   AMED - "Qedexeya derketina derve" ya li ser gund û gundokên girêdayî navçeyên Licê, Pasûr, Farqîn û Hezro yên Amedê hat rakirin lê tevgera leşkerî didome.    Bi îlankirina qedexeya derketina derve ya li ser navçeyên Licê, Hezro, Pasûr û Farqînê yên Amedê dorpêçkirin û operasyonên leşkerî bi awayekî berfireh didome. Li gelek gundên girêdayî navçeyên Amedê nuqteyên lêgerînê hat avakirin. Hat diyarkirin ku ji xeynî nuqteyên lêgerînê li Şikefta Dîrokî Birkleynê û avahiyên vala Tîmên Tevgera Taybet hatine bicihkirin.    Di çarçoveya qedexeyan de li ser rêyên Amed-Çewlig û Licê-Pasûrê nuqteyên lêgerînê zêde bûn.