Li dijî çapemeniyê operasyon: Xebatkarên ETHA'yê hatin binçavkirin

  • 11:39 13 Nîsan 2018
  • Rojane
STENBOL - Edîtora ETHA Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî hatin binçavkirin.
 
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) edîtor Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku Demîrcî li Almanya dijî û ji bo betlanê hatiye Stenbolê û çend rojin li Stenbolê dimîne. 
 
Hinceta binçavkirina xebatkarên ETHA'yê ne hat zanîn.