Li dijî çapemeniyê operasyon: Xebatkarên ETHA'yê hatin binçavkirin 2018-04-13 11:39:37   STENBOL - Edîtora ETHA Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî hatin binçavkirin.   Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) edîtor Semîha Şahîn û nûçegihanên wê Pinar Gayip û Adîl Demîrcî de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku Demîrcî li Almanya dijî û ji bo betlanê hatiye Stenbolê û çend rojin li Stenbolê dimîne.    Hinceta binçavkirina xebatkarên ETHA'yê ne hat zanîn.