Li Şehbayê li dijî tundiya li ser jinan meş
- 19:10 19 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê mêr li dijî tundiya meşiyan û Yekitiya Êzidiyan semînerek da.
Kongra Star di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê de ji bo mêran meşek li Şehbayê li dar xist. Her wiha Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan jî ji bo jinên êzidî semînerek da.
Komîteya Jinan a Yekitiya Êzidiyan li hola Desteya Jinan a Ehdasê bi beşdariya bi dehan jinên êzidî semînerek bi rê ve bir. Semîner ji aliyê endama Komîteya Jinan Şêrîn Çawîş û hevserka Yekitiya Êzidiyan Meryem Cindo ve hate birêvebirin.
Meryem Cindo diyar kir ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke xetere ye û got: "Li cîhanê qanûnên cidî yên parastina jinan nîn in. Lê gelek qanûn hene ku jinan ji mafên wan ên bingehîn bê par dihêlin. Ev jî dibe sedema aloziyeke rasteqîn."
Meryem Cindo destnîşan kir ku rêya ku tevahî aloziyên heyî bi dawî bibin bi xwe spartina li fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Lê ji bo vê yekê jî desthildarî tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.
Bi heman boneyê bi sedan mêr ên li kantona Efrîn û Şehbayê, tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Sûriyeya Pêşerojê li dijî tundiya li ser jinan meşek li dar xist. Meş ji ketina navçeya Fafînê dest pê kir.
Di meşê de pankartên "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" û "Dîsa û hezar carî Jin, Jiyan, Azadî" hatin hildan, her wiha dirûşmên " Na ji qetilkirina jinan re", "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
Meş li Pakrewangeha Şehîd Zozan Amanos vegerî mîtîngê. Endama Kongra Star a kantona Efrîn û Şehba Sureye Mistefa axivî û wiha got: "Bi boneya 25` Midarê, heya niha têkoşîneke mezin tê meşandin. Ji dîrokê heya niha têkoşîna jinê ji bo azadiyê ye. Ne tenê jin hatiye kolekirin, mêr jî hatiye kolekirin û tundî li ser wan jî hatiye meşandin. Ev yek bi destê desthildariyê ye."
Sureye Mistefa diyar kir ku ji bo bidawîkirina tundiyê û azadiya tevahî jin û civakê çareserî di azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ye.
Hevserokê kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo jî diyar kir ku ew ê xebatên xwe li gorî ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bimeşînin ku girîngiyeke mezin daye azadiya jinan.
Mihemed Şêxo anî ziman ku ew ê bi dirûşma "Bi felsefeya jin, jiyan, azadî xwe biparêze" li kêleka jinan têkoşînê bidomînin ta ku destkeftiyên dîtir bi dest bixin.
Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo zihniyeta desthildariyê hilweşe û tevahî civak azad bibe."