Fransa: Rojê herî kêm sê jin mexdur dibin

  • 20:49 19 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora mîsyona navbra wezaretên der barê parastina jinan de (mîprof) di 2023’an de 93 jin hatine qetilkirin û 319 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. Ji van 319 heb bi hewldana qetilkirinê re hatine rûhev û 773 întîxar û hewldanên îtîxarê pêk hatine.
 
Li gorî rapora mîsyona navbra wezaretên der barê parastina jinan de (mîprof) ya daneyên sala 2023’an ku îro hatiye weşandin li Fransayê rojê ji sê jinan zêdetir, tên qetilkirin, bi hewldana qetilkirinê re tên û hev. Li gorî raporê sala borî 93 jin hatine qetilkirin û 319 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. Ji van 319 heb bi hewldana qetilkirinê re hatine rûhev û 773 întîxar û hewldanên îtîxarê pêk hatine. Yanî bi giiştî hezar û 185 jin mexdur bûne.
 
Rapor  li Parîsê pêşkêşî konferansekê hat kirin. Lê ev hejmar tenê qetilkirinên jinan yên nav malbatê dihesibîne. Di konferansê de hat diyarkirin ku di qetilkirinên jinan de newekheviya zayenda civakî sedema girînge. 
 
Di 2023’an de hêzên ewlehiyê ji ber êrîşên zayendî 3 hezar û 405 sûc qed kirin.  Di 2022’an de jî tundiya zayendî li 23 hezar jinî hatiye kirin.