Jinên Kobanê: Dê xeyalên desthilatdaran pêk neyê
- 16:10 11 Nîsan 2018
- Rojane
Ilham Eloso
KOBANÊ - Endamên Kevana Zêrîn ên Kobanê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de da zanîn ku dê Efrîn bi hêvî û têkoşîna gelan dîsa bê rizgarkirin.
Endamên Kevana Zêrîn ên Kobanê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de da zanîn ku dê Efrîn ji dagirkeriyê bê rizgarkirin û gotin:"Dê berxwedana gelan li dijî dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê bidome."
Endama Beşa govendê Hindrîn Elî berxwedana Efrînê silav kir û wiha axivî: "Em berxwedana gelê Efrînê ku bi rojane li Şehbayê didome slav dikin. Bajarê Efrînê bi xwîna şehîdan hatiye avdan loma Efrînê tu carî ji desthilatdaran re nemîne."
'Serkeftin a Efrînê û gelê wê ye'
Her wiha endama Koma Botan a Stranan Evîn Berewad anî ziman ku serkeftin a Efrînê û gelê wê ye û wiha got:"Dewleta Tirk û komên girêdayî wê êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê didomîne lê ew ê tu carî bi ser nekevin û serkeftin dê ya gelê Efrînê be. Gelê Kurd li dijî faşîzmê vînek xurt nîşan da û ev yekê heta dawî bidome."
'Berxwedana serdemê hemû xewn û xeyalên Erdogan têk bir'
Herî dawî endama Koordînasyona Kevana Zêrîn Mîrxan Ismayîl jî wiha axivî:"Berxwedana serdemê hemû xewn û xeyalên Erdogan têk bir. Dê dewletên desthilatdar tu carî negihêje armanca xwe û dê xeyalên wan tu carî pêk neyê."