Jinên Kobanê: Dê xeyalên desthilatdaran pêk neyê 2018-04-11 16:10:28   Ilham Eloso   KOBANÊ - Endamên Kevana Zêrîn ên Kobanê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de da zanîn ku dê Efrîn bi hêvî û têkoşîna gelan dîsa bê rizgarkirin.    Endamên Kevana Zêrîn ên Kobanê derbarê berxwedana serdemê ya Efrînê de da zanîn ku dê Efrîn ji dagirkeriyê bê rizgarkirin û gotin:"Dê berxwedana gelan li dijî dagirkeriya dewleta tirk û komên girêdayî wê bidome."   Endama Beşa govendê Hindrîn Elî berxwedana Efrînê silav kir û wiha axivî: "Em berxwedana gelê Efrînê ku bi rojane li Şehbayê didome slav dikin. Bajarê Efrînê bi xwîna şehîdan hatiye avdan loma Efrînê tu carî ji desthilatdaran re nemîne."   'Serkeftin a Efrînê û gelê wê ye'   Her wiha endama Koma Botan a Stranan Evîn Berewad anî ziman ku serkeftin a Efrînê û gelê wê ye û wiha got:"Dewleta Tirk û komên girêdayî wê êrîşên xwe yên bi armanca qirkirinê didomîne lê ew ê tu carî bi ser nekevin û serkeftin dê ya gelê Efrînê be. Gelê Kurd li dijî faşîzmê vînek xurt nîşan da û ev yekê heta dawî bidome."   'Berxwedana serdemê hemû xewn û xeyalên Erdogan têk bir'   Herî dawî endama Koordînasyona Kevana Zêrîn Mîrxan Ismayîl jî wiha axivî:"Berxwedana serdemê hemû xewn û xeyalên Erdogan têk bir. Dê dewletên desthilatdar tu carî negihêje armanca xwe û dê xeyalên wan tu carî pêk neyê."