Li Wanê zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstika Keçelok da
- 16:21 10 Nîsan 2018
- Rojane
WAN - Li şanoya Mencelê ji zarokan re lîstîka bi navê Keçelok hat pêşkeşkirin. Zarokên temeşavan bi eleqeyek mezin lîstik temaşe kirin.
Li Wanê lîstîka zarokan a ku ji Şanoya Bajarê Mezin a Amedê hatî a bi navê Keçelok li Wanê li şanoya Mencelê ji zarokan re hat pêşkeşkirin. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da. Lîstîk ji aliyê 2 jinên şanoger ve tê lîstîn û Keçelok jî kesekî bi dayika xwe re li gûndekî piştî çiyayan dijî ye. Bi xwe zarokekî hûrik,hişkelokî û serî zelût e. Lîstîka Keçelok qala dilsafîyê dike. Her wiha Keçelok, lîstîkek muzîkal e.