Li Wanê zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstika Keçelok da 2018-04-10 16:21:00   WAN - Li şanoya Mencelê ji zarokan re lîstîka bi navê Keçelok hat pêşkeşkirin. Zarokên temeşavan bi eleqeyek mezin lîstik temaşe kirin.    Li Wanê lîstîka zarokan a  ku ji Şanoya Bajarê Mezin a Amedê hatî a bi navê Keçelok li Wanê li şanoya Mencelê ji zarokan re  hat  pêşkeşkirin. Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da. Lîstîk ji aliyê 2 jinên şanoger ve tê lîstîn û  Keçelok jî kesekî bi dayika xwe re li gûndekî piştî çiyayan dijî ye. Bi xwe zarokekî hûrik,hişkelokî û serî zelût e. Lîstîka Keçelok qala dilsafîyê dike. Her wiha Keçelok, lîstîkek muzîkal e.