Mêrê ku ji girtîgehê derket hevjîn û du zarokên xwe qetil kirin
- 16:05 8 Nîsan 2018
- Rojane
TEKÎRDAG - Hayatî B. ê ku nûh ji girtîgehê derket, jina bi navê Guzel B. ya pê re zewicandî û du zarokên xwe qetil kirin û pişter jî zarokek renvand û şopa xwe winda kir.
Hayatî B.(47) yê ku berî bi 4 mehan ji sûcê fuhuş û navbeynkariya ji bo fuhuşê hat girtin, piştî ku hat berdan jina pê re zewicandî Guzle B. (44) û du zarokên xwe qetil kirin, Hayatî piştre jî keça Guzelê ya 16 salî revand û şopa xwe winda kir.
Li ser giliyê cîranan poîs û tîmên tendirûstiyê hatin cihê bûyerê. Xizmên Guzelê diyar kirin ku ji aliyê Hayatî ve li Guzelê fuhuş dihat ferzkirin û hat aşkerakirin ku Hayatî zaroka revandiye jî biriye Stenbolê.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.