Mêrê ku ji girtîgehê derket hevjîn û du zarokên xwe qetil kirin 2018-04-08 16:05:11   TEKÎRDAG - Hayatî B. ê ku nûh ji girtîgehê derket, jina bi navê Guzel B. ya pê re zewicandî û du zarokên xwe qetil kirin û pişter jî zarokek renvand û şopa xwe winda kir.   Hayatî B.(47) yê ku berî bi 4 mehan ji sûcê fuhuş û navbeynkariya ji bo fuhuşê hat girtin, piştî ku hat berdan jina pê re zewicandî Guzle B. (44) û du zarokên xwe qetil kirin, Hayatî piştre jî keça Guzelê ya 16 salî revand û şopa xwe winda kir.   Li ser giliyê cîranan poîs û tîmên tendirûstiyê hatin cihê bûyerê. Xizmên Guzelê diyar kirin ku ji aliyê Hayatî ve li Guzelê fuhuş dihat ferzkirin û hat aşkerakirin ku Hayatî zaroka revandiye jî biriye Stenbolê.   Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.