ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2017'AN
- 09:00 8 Nîsan 2018
- Rojev
*Hevseroka Mcelîsa Kantona şehbayê Wefe Ebdo diyar kir ku li kantona Şehbayê hejmara gelê efrînê her diçe zêde dibe û ji ber ku pêwîstiyên wan nayên pêşwazîkirin kirin zahmetiyan dijîn.
*Li igirtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiyên nexweş nayên dermankirin û li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî ferzkirina jimartina leşkerî didome, xwarinê nadin zarokan. Girtî û malbatên girtiyan banga hestiyariyê kirin.
*Alev Îşler ya çavên wê nabînin ku kolanên Îzmîrê stranan dibêje, tevî astengiyên dewlet, civak û malbatê karê xwe dike û got pirsgirêka wê ya herî mezin zextên zabiteyan e. BIDÎMEN
*Halîse Ozdemîr bi wêneyên xwe yên boyaxa run yên jinan esas digire hem hunera xwe dike û hem jî debara xwe dike. Halîse ji ber reng û keda jinê bi tuvalan re aniye cem hev gelek kêfxweş e. BI DÎMEN
*Rojnameger Seda Kaya Guler ya bi Duygu Asena re ‘Kadinca’ derxist, xwedî 8 pirtûkan e û heta niha bûye rêveberiya gelek kovaran. Sedayê tecrubeyên xwe yên 36 salan vegotin.