ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2017'AN 2018-04-08 09:00:00   *Hevseroka Mcelîsa Kantona şehbayê Wefe Ebdo diyar kir ku li kantona Şehbayê hejmara gelê efrînê her diçe zêde dibe û  ji ber ku pêwîstiyên wan nayên pêşwazîkirin kirin zahmetiyan dijîn.   *Li igirtîgeha Tîpa L a Patnosê girtiyên nexweş nayên dermankirin û li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî ferzkirina jimartina leşkerî didome, xwarinê nadin zarokan. Girtî û malbatên girtiyan banga hestiyariyê kirin.    *Alev Îşler ya çavên wê  nabînin ku kolanên Îzmîrê stranan dibêje, tevî astengiyên dewlet, civak û malbatê karê xwe dike û got pirsgirêka wê ya herî mezin zextên zabiteyan e. BIDÎMEN   *Halîse Ozdemîr bi wêneyên xwe yên boyaxa run yên jinan esas digire hem hunera xwe dike û hem jî debara xwe dike. Halîse ji ber reng û keda jinê bi tuvalan re aniye cem hev gelek kêfxweş e. BI DÎMEN   *Rojnameger Seda Kaya Guler ya bi Duygu Asena re ‘Kadinca’ derxist, xwedî 8 pirtûkan e û heta niha bûye rêveberiya gelek kovaran.  Sedayê tecrubeyên xwe yên 36 salan vegotin.