Ji gelê Kampa Berxwedanê ya Şehbayê banga hestiyariyê
- 11:54 7 Nîsan 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
ŞEHBA - Şêniyên Efrînê ku ji ber êrîşa TSK û komên girêdayî wê neçar man ku derbasî Kantona Şehbayê bibin banga hestiyariyê ji rêxistinên mafên mirovan kirin û diyar kirin ku divê ev bêdengiya cîhanê bi dawî bibe.
Şêniyên Efrînê ku ji ber êrîşa Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê neçar man ku derbasî Kantona Şehbayê bibin banga hestiyariyê ji rêxistinên mafên mirovan kirin û diyar kirin ku di warê pêdiviyên jiyanî yên gelê Efrînê ku niha li Kampa Berxwedanê ya Kantona Şehbayê dimînin hemû cîhan bi hestiyarî nêz bibin û dawiyê li bêdengiya xwe bînin.
Xebatkara Nexweşxaneya Avrînê Cîhan Ebdo anî ziman ku pêdiviyên şêniyên Kampa Berxwedanê yên Şehbayê yên jiyanî hene û got:"Em wekî xebatkarên Nexweşxaneya Avrînê çi ji destên me tên em dikin, her wiha Heyva Sor a Kurd jî alîkariyê bi gelê ku li Kampa Berxwedanê bi cih bûn dike lê dîsa jî pêdiviyên gel ên wekî derman û avê hene. Her wiha ji ber kêmasiya di warê tenduristiyê de nexweşî jî zêde dibe û herî zêde zarok di bin bandora vê yekê de dimînin. Gel tevî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe didin. Lê divê rêxistinên mafê mirovan jî di warê pêdiviyên jiyanî de bi hestiyarî tev bigerin."
Her wiha şêniya Efrînê Fatmê Xelîl jî da zanîn ku pêdiviyên wan ên jiyanî hene û anî ziman ku divê saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî vê yekê bibînin û li gor wê tev bigerin da ku erka xwe ya mirovatiyê bi cih bînin.