Kevana Zêrîn dest bi xebatên muzîkê kir

  • 09:57 6 Nîsan 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Navenda Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya jinê ya Kantona Kobanê dest bi xebatên muzîkê kir.
 
Navenda Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya jinê ya Kantona Kobanê dest bi xebatên muzîkê kir. Dersên muzîkê yên ku ew ê bê dayin Tembûr, Keman, Erbane, Gitar, Solfej, Xwendina Nota, Şano û Govend in.
 
Derbarê xebatên muzîkê de endama Rêveberiya Çanda û Hunerê ya Kevana Zêrîn Istêrvan Bozan da zanîn ku ji bo jin di warê muzîkê û hunerê de pêş bikevin ew xebatên xwe didomînin. Her wiha Istêrvanê bang li hemû jinan kir ku beşdarî xebatên muzîkê û hunerê yên Kevana Zêrîn bibin.