Kevana Zêrîn dest bi xebatên muzîkê kir 2018-04-06 09:57:32   Îlham Eloso   KOBANÊ - Navenda Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya jinê ya Kantona Kobanê dest bi xebatên muzîkê kir.   Navenda Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya jinê ya Kantona Kobanê dest bi xebatên muzîkê kir. Dersên muzîkê yên ku ew ê bê dayin Tembûr, Keman, Erbane, Gitar, Solfej, Xwendina Nota, Şano û Govend in.   Derbarê xebatên muzîkê de endama Rêveberiya Çanda û Hunerê ya Kevana Zêrîn Istêrvan Bozan da zanîn ku ji bo jin di warê muzîkê û hunerê de pêş bikevin ew xebatên xwe didomînin. Her wiha Istêrvanê bang li hemû jinan kir ku beşdarî xebatên muzîkê û hunerê yên Kevana Zêrîn bibin.