Jinên Ereb: 4' Nîsanê hêviya siberoja gelan e
- 14:22 3 Nîsan 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Jinên Ereb ên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"4'ê Nîsanê hêviya siberoja gelan e."
Jinên Ereb ên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"Em hêvî dikin ku ev roja bibe vesîleya azadiya Rêber Apo."
'Em ê li felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin'
Jina bi navê Nehla Mohemed wiha got:"Rêber Apo her dem li dijî qirkirina mirovan derketiye û nasnameya gelên bindest parastiye. Her wiha Rêber Apo di her qadê jiyanê de mafê jinê parastiye û ji bo jin neçewise têkoşiyaye. Divê em jin jî ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê li felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin."
'Rêber Apo mafê hemû jinên cîhanê parast'
Jina bi navê Xedîca Mûsa jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mafê hemû jinên cîhanê parastiye û got:"Rêber Apo hem mafê jinên Kurd, hem jinên Ereb û bi temamî mafê jinên hemû cîhanê parastiye. Rêber Apo di xeta rastiyê de doza azadiyê heta dawî şopand û ji bo parastina mafên hemû gelan berxwe da. Em ji dil û can Rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe sedema azadiya wî ya mayinde."