Jinên Ereb: 4' Nîsanê hêviya siberoja gelan e 2018-04-03 14:22:32   Rûken Goman   DÊRIK - Jinên Ereb ên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"4'ê Nîsanê hêviya siberoja gelan e."   Jinên Ereb ên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin:"Em hêvî dikin ku ev roja bibe vesîleya azadiya Rêber Apo."   'Em ê li felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin'   Jina bi navê Nehla Mohemed wiha got:"Rêber Apo her dem li dijî qirkirina mirovan derketiye û nasnameya gelên bindest parastiye. Her wiha Rêber Apo di her qadê jiyanê de mafê jinê parastiye û ji bo jin neçewise têkoşiyaye. Divê em jin jî ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê li felsefeya Rêber Apo xwedî derkevin."   'Rêber Apo mafê hemû jinên cîhanê parast'   Jina bi navê Xedîca Mûsa jî anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mafê hemû jinên cîhanê parastiye û got:"Rêber Apo hem mafê jinên Kurd, hem jinên Ereb û bi temamî mafê jinên hemû cîhanê parastiye. Rêber Apo di xeta rastiyê de doza azadiyê heta dawî şopand û ji bo parastina mafên hemû gelan berxwe da. Em ji dil û can Rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe sedema azadiya wî ya mayinde."