Agirê Newrozê li her derê Serhedê geş dibe
- 13:44 21 Adar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên herêma Serhedê, bi sedan kes ligel astengiyên polîsan herikin qadên Newrozê û bi agirê pêxistin herêma Serhedê gerim kirin. Ji qadên bi coş ên Newrozê peyama “Em ê qezenc bikin” hat dayîn.
Li bajarên Agirî, Idîr, Qers, Mûş, Tetwan û Colemêrgê yên herêma Serhedê bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelane” gel herikin qadên Newrozê û bi coşa xwe qad tije kirin. Ligel astengiyên polîsan jî gel ne rawestiye û cil û bergên xwe beşdarî Newrozê bûn. Li herêma Serhedê heman peyam hat dayîn û gel got “Emê qezenc bikin.”
Agrî
Newroza Agiriyê qada Garajê ya Şarederiyê pêk hat. Gel di saetên serê sibê de berê xwe dan Newrozê û herikin qadê.
Polîsan ciwanekê ku tîşortê kesk, sor û zer li xwe kiribû negirtin qadê û dest danîn ser pênûs û defterên rojnamegeran. Lê ligel hemû astengî û pêkanînên keyfî Newroz bi hemû coşa gel berdewam dike. En dikevin qadê govendê digerinîn û dirûşman berz dikin.
Qers
Li Qersê jî pîrozbahiyên Newrozê li Qada Cumhuriyetê tê pîrozkirin. Girseya gehişt qada Newrozê, li be dahol û zirneyan govend gerandin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatin xemilandin û pankartên “Newroz pîroz be” û “Ji 8’ê Adarê heya Newrozê” bi qadê ve hatin kirin. Piştî pêxistina agirê Newrozê bernameyê dest pêkir.
Idîr
Li Idîrê jî gel bi cil û bergên xwe yên renga renk herikin qadê û Newroza xwe pîroz dikin. Girseya li ber avahiya HDP’ê kom bûn piştî gerandina guvendê bi otobusan çûn qada Newrozê. Qada Newrozê ku bi gel tije bû, di çarçoveya bernameya Newrozê de stran hatin gotin û govend hat gerandin.
Colemêrg
Li Colemêrgê jî gel bi coş û kelecaniyek mezin herikin qada Newrozê ya li Otogarê. Girseya cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin govend gerandin û dirûşme berz kirin.
Mûş
Li Mûşê jî gel di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê ya Otogarê û govenda Newroza geranedin. Gelê Mûşê ji navçeyan bi cil û bergê xwe hatin qadê û li ber stranan govend gerandin. Parlamenterê HDP’ê Mîthat Sancar û Ayşe Acar Başran beşdarî Newrozê bûn û Koma Dengê Jinên Azad û hunermendên herêmî dê derbikevin ser dikê.
Tetwan
Li navçeya Tatwanê ya Bedlîsê jî gel herikin Qada Fuarê ya Newrozê û qada Newrozê vale dije kirn. Bi sedan kes li navçe û navenda Bedlîsê herikin qadan û li ber stranan Newroza xwe pîroz kirin û guvend gerandin.