Zeyneb Kobanê: Berxwedana Efrînê serkeftinek dîrokî ye

  • 09:40 21 Adar 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
EYN ÎSA - Şervana YPJ'ê Zeyneb Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û berxwedana ku li dijî van êrîşana tê kirin diyar kir ku ew ê  bi rihê jinên azad û şoreşger berxwedana serdemê ya Efrînê bidomînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. 
 
Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Şervana YPJ'ê Zeyneb Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û berxwedana ku li dijî van êrîşana tê kirin anî ziman ku berxwedana gel û şervanan a li dijî êrîşên dewleta tirk serkeftinek dîrokî ye.
 
Zeynebê anî ziman ku gelê Kurd li dijî hêza duyemîn a NATO'yê berxwedanek bê hempa li dar xistiye û got:"Gelê Efrînê û şervanan li dijî hêza duyem a NATO'yê serî netewandin. Gelê Efrînê bi hêza xwe ya ku ji çand, dîrok û berxwedana xwe ya kevnar digirin li dijî dewleta tirk sekinî."
 
'Êrîşa li ser Efrînê qirkirina çand û dîrokê ye'
 
Zeynebê bal kişand ser qirkirina çand û hunerê û got:"Dewleta tirk bi êrîşa li ser Efrînê çand û hunera gelê Kurd jî hedef girt. Rêxistinên Mafê Mirovan û dewletên navneteweyî guh û çavên xwe ji vê qirkirinê re girtin. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku gelê Kurd xwedî çand û  hêzeke mezin e. Li dijî hemû qirkirinan dê têkoşîna Gelê Kurd a bi rihê Arîn, Barîn û Avesteyan bidome."
 
'Ji hêz û îradeya jinên Kurd ditirsin'
 
Zeynebê di axaftina xwe de çalakiya Avesta Xabûr a ji bo Efrînê bi bîr xist û got:"Jinên Kurd ên berxwedêr ji dîrokê heta niha tu carî bejna xwe li ber dijmin netewand. Hêvî û berxwedana xwe di dilê dayikên Kurd de mezin kirin û xwe parastin. Avesta Xabûr jî mînaka berxwedana jinên Kurd e. Loma dijmin ji hêz û îradeya jinên Kurd ditirsin û bi her cureyê tundiyê êrîş dike. Tevî hemû zextên dijmirovî jinên Kurd di dîrokê de û li Efrînê serî netewand."
 
'Dê berxwedana Efrînê bidome'
 
Zeynebê bi lêv kir ku dê berxwedana Efrînê bidome û got:"Gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedaye. Em ê ji bo Efrînê jî tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Dê berxwedana Efrînê bi dawî nebe û heta ku em bi ser bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê  bi rihê jinên azad û şoreşger berxwedana serdemê ya Efrînê bidomînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Serfirazî ya Gelê Kurd e."