Zeyneb Kobanê: Berxwedana Efrînê serkeftinek dîrokî ye 2018-03-21 09:40:49   Sorgul Şêxo   EYN ÎSA - Şervana YPJ'ê Zeyneb Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û berxwedana ku li dijî van êrîşana tê kirin diyar kir ku ew ê  bi rihê jinên azad û şoreşger berxwedana serdemê ya Efrînê bidomînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.    Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk didome. Şervana YPJ'ê Zeyneb Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê û berxwedana ku li dijî van êrîşana tê kirin anî ziman ku berxwedana gel û şervanan a li dijî êrîşên dewleta tirk serkeftinek dîrokî ye.   Zeynebê anî ziman ku gelê Kurd li dijî hêza duyemîn a NATO'yê berxwedanek bê hempa li dar xistiye û got:"Gelê Efrînê û şervanan li dijî hêza duyem a NATO'yê serî netewandin. Gelê Efrînê bi hêza xwe ya ku ji çand, dîrok û berxwedana xwe ya kevnar digirin li dijî dewleta tirk sekinî."   'Êrîşa li ser Efrînê qirkirina çand û dîrokê ye'   Zeynebê bal kişand ser qirkirina çand û hunerê û got:"Dewleta tirk bi êrîşa li ser Efrînê çand û hunera gelê Kurd jî hedef girt. Rêxistinên Mafê Mirovan û dewletên navneteweyî guh û çavên xwe ji vê qirkirinê re girtin. Lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku gelê Kurd xwedî çand û  hêzeke mezin e. Li dijî hemû qirkirinan dê têkoşîna Gelê Kurd a bi rihê Arîn, Barîn û Avesteyan bidome."   'Ji hêz û îradeya jinên Kurd ditirsin'   Zeynebê di axaftina xwe de çalakiya Avesta Xabûr a ji bo Efrînê bi bîr xist û got:"Jinên Kurd ên berxwedêr ji dîrokê heta niha tu carî bejna xwe li ber dijmin netewand. Hêvî û berxwedana xwe di dilê dayikên Kurd de mezin kirin û xwe parastin. Avesta Xabûr jî mînaka berxwedana jinên Kurd e. Loma dijmin ji hêz û îradeya jinên Kurd ditirsin û bi her cureyê tundiyê êrîş dike. Tevî hemû zextên dijmirovî jinên Kurd di dîrokê de û li Efrînê serî netewand."   'Dê berxwedana Efrînê bidome'   Zeynebê bi lêv kir ku dê berxwedana Efrînê bidome û got:"Gelê Kurd tu carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernedaye. Em ê ji bo Efrînê jî tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Dê berxwedana Efrînê bi dawî nebe û heta ku em bi ser bikevin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê  bi rihê jinên azad û şoreşger berxwedana serdemê ya Efrînê bidomînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Serfirazî ya Gelê Kurd e."