Li Êlihê li dijî qeyûm meşa girseyi
- 15:13 6 Mijdar 2024
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê girseya ku li dijî qeyûm kom bû ji 3 milan ve meş li dar xist.
Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê di roja sêyemîn de berdewam in. Girseyên ku li Parka Yilmaz Guney, Taxa Kulturê û Kolana Seyîd Bîlal hatin gel hev, ji sê milan ve bi dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” dest bi meşê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJA’yê, ESP û nûnerên gelek rêxistina civaka sivîl di meşê de cih girtin.
Ciwan bi dirûşman beşdar bûn
Girseya gel li Taxa Kûltûrê li hev kom bû bi çepik, tilîlî û dirûşman hat Taxa Basînê. Di meşê de bê navber dirûşmên "Bijî serok Apo", "Be Serok jiyan nabe", "Kurdistan dê ji bo faşîzmê bibe goristan", "Bijî berxwedana gele Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriya. Ciwan jî bi dirûşma “Bijî serok Apo” beşdarî meşê bûn. Girse di rê de ji gel jî piştgiriyeke mezin wergirt. Girseya ku gihişt Xaçerêya Basînê, berê xwe da qereqolê û got, " Şaredariya me vala bikin."
'Qeyûmê diz'
Girseya ku Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir jî di nav de bû li Parka Yilmaz Guney kombû. Girseya ku di meşê de gelek caran bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Bijî Serok Apo" berz kir. Tevî ku tevlîbûna meşê her ku çû cihê hevdîtinê zêde bû, welatiyan jî bi qorneyên wesayitên xwe, nîşaneyên serkeftinê û tilîliyan piştgirî dan. Girseya ku hat cihê hevdîtinê bi yek dengî dirûşma "Qeyûm diz e" berz kir.
Jin bi nîşaneyên serkeftinê beşdar bûn
Li Kolana Seyîd Bîlal li ber rawestegeha taksiyan meşek bi dirûşmeyan hat lidarxistin, gel jî bi tilîlî û çepikan piştgirî da meşê. Heta Kolana Gulistanê meşê dewam kir. Li gel hevşaredara ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Gulîstan Sonuk, ji 7 heta 70 salî jin û ciwan bi nîşaneyên serkeftinê beşdarî meşê bûn.
'Em gelê kurd em ê li ber xwe bidin'
Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş a ku daxuyanî da got, "Heta ku ev biryara neqanûnî, qirêj ku gelê Kurd nas nake û îradeya wî nas nake, dernekeve, em ê gelê Kurdistanê li ber xwe didin. Em ê bi ser bikevin. Em li vir in, em ê li ber xwe bidin, teqez em ê bi ser bikevin."
Girseya gel a bi hezaran kes li Xaçerêya Basînê bi dirûşman bedemayîna xwe didomîne.