Li Geverê li dijî tayînkirin qeyûm meş hat lidarxistin

  • 15:52 6 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
COLEMÊRG - Li Geverê piştî meşa bi beşdariya bi sedan kesî ya di pêşengiya DEM Partiyê de ya li navenda navçeyê, Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartîn axivî û got, "Têkoşîna me her roj mezin dibe. Em ê dîrokê binivîsin." 
 
Tayînkirina qeyûman li şaredariyên navçeya Xelfetiya Rihayê, Mêrdîn û Êlihê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hat protestokirin. Bi pêşengiya DEM Partiyê de bi tevlibûna Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Rêxistina Navçeya Geverê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li navenda navçeyê bi beşdariya sedan kesî meşek hat lidarxistin. Di meşê de pankarta "Em ê bi berxwedanê li dijî tinekirina îradeyê bi ser bikevin" hat vekirin.
 
Di tevahiya meşê de girseya gel gelek caran dirûşmên "Ji îradey re rêzgirtin rê neda qyûman", "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana gele Kurd", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” û “Bijî serok Apo” qîriya.
 
'Em qeyûman nas nakin û qebûl nakin'
 
Piştî meşê girseyê li navenda sûkê daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamentera DEM’ê ya Colemêrgê Oznûr Bartîn axivî û diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên weke girtina partiyan, qirkirin, îmha û înkara li dijî gelê Kurd û vîna gelê Kurd e û got: “Lê nekarin me têk bibin. têkoşîn pîroz e. Gelê Kurd can, mal û gundê xwe ji dest da, lê tu carî dest ji vîna xwe berneda. Hûn ê nikaribin bi lîstikên xwe yên qirêj îradeya gelê Kurd paşguh bikin. Em ê her tim li dijî van kiryarên dijhiqûqî yên ku em qebûl nakin têbikoşin. Cenazeyên zarokên gelê Kurd perçe perçe kirin û li nava kolanan qetil kirin, lê dîsa jî dev ji gotina  'Ez Kurd û Kurdistanî me' bernedan û her tim îradeya xwe parastin. Em qeyûman nas nakin û qebûl nakin."
 
'Em ê berxwedana xwe bidomînin'
 
Oznur Bartin, anî ziman ku qeyûm ne rewa ne û hikûmeta AKP-MHP'ê li aliyekî destê aştiyê dirêj dike, li aliyê din jî pêkanînên qirkirina gelê kurd zêde dike û got, "Ev ne destê aştiyê ye, lê destê jenosîdê ye. Em serî jî bidin em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Tevî hemû polîtîkayên hikûmetê jî me serî netewand. Em li hemberî hemû neheqiyan li ber xwe didin. Bi vê biryardariyê em ê bi ser bikevin  Têkoşîna me her roj mezintir dibe. Em ê dîrokê binivîsin. Yekane peyama me ya ji bo kesên ku dixwazin me bi jenosîdê tune bikin  em dibêjin ( xwelî li serê we be).  Pêkanînên we yên faşîst wê vala derbikevin, li gel her tiştî em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Çalakiya rûniştinê 
 
Piştî daxuyaniyê girse bi heman dirûşmeyan dîsa dest bi meşê kir. Piştî meşê girseya gel li qada ku avahiya DEM Partî  lê ye çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de strana "Berxwedan xweş doz e" hat gotin û dirûşma"Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat berzkirin.