Gel kolanên Êlihê veguhertin qada berxwedanê

  • 17:26 6 Mijdar 2024
  • Rojane
ÊLIH - Xelkê Êlihê li dijî qeyûm çalakî li dar dixist û li ser êrişa polîsan, kolan veguherandin qadên berxwedanê. 
 
Berxwedana gelê Êlihê ya li dijî tayînkirina qeyûm berdewam e. Welatiyên li pêşiya Xaçerêya Basinê kom bû, rastî êrişa polîsan hat. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrişî girseyê kir. Girseyê jî berê xwe da kolanan û dest bi berxwedanê kir. Ciwanên ku daketin cadeyên Komando, SSK û Cadeya Diyarbakirê, berîqet danîn û bi keviran bersiv dan êrişa polîsan. 
 
Berxwedana gel didome.