Di serdana esnafan de berteka li dijî qeyûman
- 15:59 6 Mijdar 2024
- Rojane
MÛŞ – Hevşaredara Mûşê Tûgba Sayilgan di serdana esnafan a li dijî qeyûmên li Mûşê de axivî û got, "Hikûmeta ku ji binketinê têr nabe, bi qeyûmên tayînkirî hewl dide me têk bibe."
Rêxistina Bajarê Mûşê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevşaredarên Mûşê li dijî tayinkirina qeyûman serdana esnafan kirin.
'Qeyûm darbe ye'
Hevşaredara Mûşê Tûgba Sayilgan di serdanê de axivî û got, “Kî bin bila bibin, qeyûm darbe ye. Em qeyûman naxwazin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji zilm û qeyûman têr nabe û cara sêyemîn e qeyûm tayînî şaredariyên me dike. Hikûmeta ku ji têkçûnê têr nabe, bi qeyûmên tayînkirî hewl dide me têk bibe."