ÎSÎG: Meha Cotmehê 164 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 15:03 6 Mijdar 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Di rapora ÎSÎG'ê de hate ragihandin ku Cotmeha 2024'an 15 jê jin û zarok 164 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dan.
 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Cotmeha 2024’an” eşkere kir. Li gorî raporê di meha cotmehê de 11 jê jin, 4 jê zarok, 18 jê penaber û bi giştî 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî raporê hat gotin ku 49 karkeran di karên înşaet û çêkirina rêyan de mirin e, 30 karker jî di qada çandinî û daristanê mirin e, 18 karker di karê neqliyeyê de, 8 karker jî di karên bazirganî û mêvanxaneyan de mirine.