Newroz li Dragûîgnanê hate pîrozkirin

  • 12:50 26 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê Newroz bi pêşengiya tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN bi coş hate pîrozkirin.
 
Li bajarê Dragûîgnanê Kurdan tevî dostên xwe Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.
 
Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
 
Hunermend Pinar Aydinlar, Omer Şerîfî û Kawa Ûrmiye derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
 
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.
 
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.