Newroz li Dragûîgnanê hate pîrozkirin 2024-03-26 12:50:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Dragûîgnanê yê Fransayê Newroz bi pêşengiya tevgerên ciwanan TCŞ û TekoJIN bi coş hate pîrozkirin.   Li bajarê Dragûîgnanê Kurdan tevî dostên xwe Newroz bi coşeke mezin pîroz kirin.   Nêzî 2 hezar kes tevlî pîrozbahiyê bûn.   Hunermend Pinar Aydinlar, Omer Şerîfî û Kawa Ûrmiye derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.   Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.   Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.