Ciwan bi meşaleyan meşiyan buroya hilbijartinê

  • 21:26 24 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Ciwanên Cizîrê bi meşaleyan meşiyan buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê ciwan bi girseyî çûn buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Kolana Hunerê. Girse li ber avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û ji wir berbi kolana hunerê ve meşiyan.
 
Parlametner Zekî Îrmez jî bi ciwanan re meşiyan û ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Em ê biserkevin, deng namûse, namûs nayê firotin’ berz kirin. Nêzî buroyê ciwanan meşale pêxistin û pankarta ‘Me ciwan destpê kir û em ê ciwan biqedînin’ vekirin.