Ciwan bi meşaleyan meşiyan buroya hilbijartinê 2024-03-24 21:26:28     ŞIRNEX - Ciwanên Cizîrê bi meşaleyan meşiyan buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê ciwan bi girseyî çûn buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Kolana Hunerê. Girse li ber avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û ji wir berbi kolana hunerê ve meşiyan.   Parlametner Zekî Îrmez jî bi ciwanan re meşiyan û ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Em ê biserkevin, deng namûse, namûs nayê firotin’ berz kirin. Nêzî buroyê ciwanan meşale pêxistin û pankarta ‘Me ciwan destpê kir û em ê ciwan biqedînin’ vekirin.