Li gundên Elbaqê xebatên hilbijartinê

  • 20:00 24 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
WAN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana gundên Elbaqê.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne.  Partiyê çarçoveya xebatan de serdana gundên Elbaqê kir.  Heyet çû gundê Soreder, Sêgir, Terazîn û Zîrkevkê. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.
 
 Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di serdanand e axivî, balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya girtiyan û got: “Divê demildest muzakere bê destpêkirin. Ev ne hilbijartinek ji rêzê ye. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.”