Li gundên Elbaqê xebatên hilbijartinê 2024-03-24 20:00:57       WAN - DEM Partiyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana gundên Elbaqê.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne.  Partiyê çarçoveya xebatan de serdana gundên Elbaqê kir.  Heyet çû gundê Soreder, Sêgir, Terazîn û Zîrkevkê. Heyet bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di serdanand e axivî, balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê ya girtiyan û got: “Divê demildest muzakere bê destpêkirin. Ev ne hilbijartinek ji rêzê ye. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derkeve.”