Li Kalîforniyayê pîrozbahiya Newrozê

  • 14:18 22 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê San Dîego yê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Newroz hate pîrozkirin.
 
Li bajarê San Dîegoyê ku duyemîn bajarê mezin ê Kalîforniyayê ye û li ser sînorê Meksîkayê ye, komek ji 40 kesî agirê Newrozê dada û Newroz pîroz kir.
 
Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate hildan û govend hate gerandin.