Li Kalîforniyayê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-22 14:18:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê San Dîego yê eyaleta Kalîforniya ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Newroz hate pîrozkirin.   Li bajarê San Dîegoyê ku duyemîn bajarê mezin ê Kalîforniyayê ye û li ser sînorê Meksîkayê ye, komek ji 40 kesî agirê Newrozê dada û Newroz pîroz kir.   Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate hildan û govend hate gerandin.