Piştî 10 sal şûnde li Gokçeadayê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 16:43 21 Adar 2024
  • Rojane
 
ÇANAKKALE - Li Gokçeadayê piştî 10 salan cara ewil agirê Newrozê hat pêxistin, welatî li dora agir bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. 
 
Li navçeya Gokçeada ya Çanakkale bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” piştî 10 sal şûnde cara yekem Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Otoparka şaredariyê hat pîrozkirin û bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî qada pîrozbahiyê hat xemilandin. Her wiha li qadê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat daliqandin. 
 
Jinan bi cilên xwe yên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Pîrozbahî piştî rezgiritnê destpê kir. 
 
Hevberdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Sînam Allahkulu axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê. 
 
Hevseroka DEM Partî ya Gokçeadayê Fatma Guzel jî diyar kir ku piştî çend cal şûnde agirê Newrozê li vir tê pêxistin û got: "Agirê Newrozê bila bi xwe re aştiyê bîne."
 
Hevberdevka Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu nameya Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak xwend. 
 
Parlamenterê DEM Partî ya Stenbolê Celal Firat axivî û Newroza gel pîroz kir. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stranên Agît Işik û Siraç Padir dom kir. 
 
Piştî pêxistina agirê Newrozê girse bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" govend gerand û dawî li pîrozbahiyê anîn.