Li Beyrûtê pîrozkirina Newrozê

  • 12:32 21 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Lubnanê û dostên wan berê xwe didin qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz dikin. 
 
Kurdên li Lubnanê û dostên wan, nûnerên partiyên siyasî yên lubnanî û komeleyên kurdî Newrozê li devera Damûr a li Beyrûtê pîroz dikin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Beyrûtê ji aliyê Komeleya Newroz a Çandê ve hatiye organîzekirin.
 
Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Mazlûm Dogan û alên PKK’ê hatiye xemilandin.