Li Beyrûtê pîrozkirina Newrozê 2024-03-21 12:32:51     NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Lubnanê û dostên wan berê xwe didin qada Newrozê û bi coşek mezin Newroz pîroz dikin.    Kurdên li Lubnanê û dostên wan, nûnerên partiyên siyasî yên lubnanî û komeleyên kurdî Newrozê li devera Damûr a li Beyrûtê pîroz dikin.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Beyrûtê ji aliyê Komeleya Newroz a Çandê ve hatiye organîzekirin.   Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Mazlûm Dogan û alên PKK’ê hatiye xemilandin.