Kesên li Tetwanê hatibûn binçavkirin hatin berdan

  • 19:04 20 Adar 2024
  • Rojane
BEDLÎS - Piştî Newroza Tetwanê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.
 
Li Tetwanê piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sedan kes tevli bûn 5 ciwan hatibûn binçavkirin. Hinceta girtina wan jî cil û berg û puşiyên wan yên kesk, sor û zer bûn.
 
Ciwanên birin Midûriyeta Emniyeta Tetwanê piştî îfadeyê berdan.