Kesên li Tetwanê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-03-20 19:04:29   BEDLÎS - Piştî Newroza Tetwanê 5 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.   Li Tetwanê piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sedan kes tevli bûn 5 ciwan hatibûn binçavkirin. Hinceta girtina wan jî cil û berg û puşiyên wan yên kesk, sor û zer bûn.   Ciwanên birin Midûriyeta Emniyeta Tetwanê piştî îfadeyê berdan.