Nobeta Edaletê li Wanê 104 roj in didome

  • 15:24 20 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê 104 roj in didome. Xizmên girtiyan da zanîn ku ji bo pêkanîna edaletê û ji bo azadiyê nobedê digirin û banga piştevaniyê li gel kirin. 
 
36 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 104 roj in didome.
 
Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Tuşbayê û gelek welatî serdana çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşma "Bijî berxwedana zindana” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. Her wiha di çalakiyê de nameya Şukran Aydin a li Girtîgeha Sincanê şandî hatî şandin hat xwendin. 
 
Eynê Atabay jî diyar kir ku girtî 115 roj in di greva birçîbûnê de nin û got: "Em dixwazin pirsgirêk bê çareserkirin. Em edalet û azadiyê dixwazin. Em ji bo piştevaniya bi girtiyan di nav çalakiyê de nin."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê stranan didome.