Li Sêrtê bi dehezaran azadiya Abdullah Ocalan xwestin

  • 13:19 20 Adar 2024
  • Rojane
SÊRT - Di Newroza Sêrtê de ku bi dehezaran kes tevli bûn azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat xwestin.
 
Newroza ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" li qada Newrozê ya taxa Çakmak a Sêrtê tê pîrozkirin, gel bi dirûşmên xwe diherikin qadê. Li qada ku bi alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû xemilandin govend tê gerandin. Şêniyên Sêrtê yên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qadê bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" qîriyan.
 
Piştre Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê û Tevgera  Jinên Azad (TJA) axaftin hatin kirin. Di axaftinan de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê banga bilindkirina tekoşînê hat kirin û Newroza Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
 
‘Newroz azadiyê pîroz be’
 
Namzeta hevşardariya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş  bi dirûşme û çepikên kesên qadê derket ser dîkê. Safiyeyê diyar kir ku li gelek navendan bi tevlibûna mîlyonan Newroz tê pîrozkirin û wiha dirêjî daye: “Gelê Kurd bi rihê berxwedanê li qadan e. Em kesên ku pêşengiya vî gelî kirin, ji gelê Botanê re ji girtiyên li girtîgehan berxwe didin re silavan dişînin.Em ê agirê azadî û serkeftinê îro li qadan pêxistin û vî agirî xûr bikin. Em ê rihê serkeftina 21’ê Adarê di 31’ê Adarê de bi serkeftinê îlan bikin. Newroz pîroz be.” 
 
Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
 
Namzetên din Mehmet Kaysi jî got gelê Botanê bi rihê berxwedanê li qadan cih girtiye û got wê 31’ê Adarê de zîhniyeta qeyûman bişînin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Newreozê xwend.
Piştî pêxistina agirê Newrozê hunermend Ozlem Baglayan derket ser dîkê.
 
Piştî muzîkê, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî û da zanîn ku di modela Rojava ya Ocalan de gel ligel hevin û wiha domand: “Abdullah Ocalan muxatabê hemû pirsgirêkane. Di modale Rojava de hemû gelan cihê xwe girtiye. Zîhniyeta faşîst nahêle gel ligel hev bijîn. Em ê di 31’ê Adarê de zîhniyeta talanker ji bajarê xwe bişînin.
 
Piştî axaftinan bernameya Newrozê bi stranên hunermend Cevdet Bagca bidawî bû.