Li Newroza Mersînê banga azadiya Ocalan hat kirin

  • 12:06 20 Adar 2024
  • Rojane
 
MERSÎN - Di pîrozbahiya Newrozê ya li Mêrsînê ya bi beşdariya bi hezaran kesî de azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate xwestin, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got, "Em ê bi hev re Behra Spî bi dest bixin. Em ê bihar û DEM’ê bînin Behra Spî."
 
Bi coşa Newrozê Tirkiye û Kurdistan dorpêç kir. Newroza ku îro li 16 bajarên cuda tê pîrozkirin, yek ji wan navendan jî Mêrsînê bû ku Newroz bi Coş pîroz kir.  Gelê Mêrsînê ji saetên sibehê ve bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" ber bi Qada Mîtîngê ya Tirmilê ya navçeya Akdenîzê ve herikî. Di pîrozbahiyê de ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes beşdar bûn û bi taybetî zêdebûna jin û ciwan bal kişand.
 
Dirûşmên 'Bijî Serok Apo' bilind bûn
 
Welatî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ber bi qadê ve meşiyan. Welatiyan piştî ku ji du nuqteyên cuda derbas bûn ketin qadê. Welatî bi tilîliyan û nîşanên serkeftinê, çepik û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindana" ketin qadê. Welatiyên ketin qadê govend gerandin û coşa Newrozê parve kirin. Ciwanan bi gerandina govendê Newroz pîroz kirin û gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin. Gelek kes bi kiras-fîstan û şal-şepik beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qadê dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" hatin daliqandin û pankartên "Niha dema azadiyê ye" û "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hatin daliqandin.
 
Xizmên girtiyna û Dayikên Şemiyê ku Nobeda Edaletê ya ku bi şîara "Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" hatin qadê. Li qadê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana zindana" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin. 
 
Bi daxwaza aştiyê agirê Newrozê hat pêxistin
 
Di dema rêzgirtinê de girseyê bi yek dengî dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kir. Serokê Komîteya Amadekar a Mêrsînê Emrullah Şan girse silav kir û Newroz pîroz kir. Dayikên Aştiyê, yên li Nobeda Edaletê û endamên DEM Partiyê bi çepik, tilîlî û dirûşman agirê Newrozê pêxist,  Piştî ku agirê Newrozê hat pêxistin, coşa girseyê hîn zêdetir bû. Komek ji ciwanan wêneyê Selahattîn Demîrtaş vekirin û dirûşma "Ji Selo re azadî" berz kirin.
 
'Bila Newroz bibe sedema aştî û wekheviyê'
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan Newroz li girseyan pîroz kir û peyama Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013'an şandibû xwend.
 
'Em ê di 31'ê Adarê de bi ser kevin'
 
Piştre Hevserokên DEM Partiyê yên Mêrsîn Bedriye Kuş û  Reşat Aşan ji girseyê re axivîn û gotin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ser kevin.
 
Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî newroza gelan pîroz kir. 
 
Peymana Azadiya Abdullah Ocalan
 
Herî dawî jî Hevseroka DBP'ê Çîgdem KiliçGUN Uçar axivî û Newroza Gelan Pîroz kir. Çîgdem, kesên di Newrozê de şehîd bûn bi bîr xistin û diyar kir ku mîrateya wan li qadên Newrozê yên bi milyonan didome û Newroza Abdullah Ocalan bi taybetî li girtiyan pîroz kir. Çîgdem diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin, peyama ku divê di zûtirîn dem de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were, hat dayîn û got, "Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd em li vir in. Ji bo vê jî pêwîste azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bê misogerkirin.Em ji vir jî heman peyamê didin."
 
Bername bi stranên Erdogan Emîr û Sîmyager û bi govendê dewam kir.